• Thursday, 12 February 2026
logo

Swîd:Divê Preoseya Aştiyê li Turkiye bidome

Gulan Media November 3, 2013 Nûçe
Swîd:Divê Preoseya Aştiyê li Turkiye bidome
Welatê Siwîdê têkestiyê li proseya aştiyê li Turkiye dike û dibêje: Divê Hikûmeta Turkiye pêngavên mezin bavêje bo demokrasiyê û dabînkirina mafên gelê Kurd û revenda Kurdî jî li pêşiya parlemana wî welatî xwenîşandanek saz dike.

Piştî seredana serokkomarê Turkiye Ebdula Gul bo welatê Siwîdê, biryar hefteya dahatî serokwezîrê Turkiyê Receb Teyîb Erdoxan jî seredana wî welatî bike.

Ji aliyê xo ve Fredrîk Malm endamê parlemana Swîd û serokê tûra peywendiyên Kurdan û Swîd ragihand ku, seredana serokwezîrê Turkiyê seredaneke grînge û hikumeta Siwîd û serokê wezîran û serokê parlemana Siwîdê dê hevdîtinê digel Erdoxan bikin û bi zelalî têkestiyê li proseya aştiya Turkiyê digel gelê Kurd bikin.

Behsa wê yekê jî kir, divê Turkiyê pêngavên mezin bavêje bo demokrasî û mafên gelê Kurd, daku proseya aştiyê berdewam bibe.

Biryare jî roja çarşema dahatî, rvenda Kurdî li pêşya parlemana Swîd xwenîşandanek cemawerî saz bike u têda têkestiyê li proseya aştiyê bike li Turkiya.
Top