• Thursday, 12 February 2026
logo

Kerîm Şengarî bi Serokwezîrê Sirbiyayê re civiya

Gulan Media November 3, 2013 Nûçe
Kerîm Şengarî bi Serokwezîrê Sirbiyayê re civiya
Kerîm Şengarî bi Serokwezîrê Sirbiyayê re civiya

Wezîrê navxwe yê Kurdistanê bi Serokwezîr û wezîr derve yê Sirbiyayê re civiya.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Sirbiyayê wezîrê navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şengarî bi Serokwezîr û wezîrê derve yê Sirbiyayê re civiya.

Di civînên navbera her du aliyan de behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Sirbiyayê hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên han kirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de wezîrê navxwe yê Kurdistanê bi awayekî kurt behsa rewşa ewlekarî ya Kurdistanê kir û hêvî xwest ku, rewşa han bibe handerek bo ku, kompaniyên Sirbî li Kurdistanê de dest bi sermayegozarî û beşdarbûn di prosesa awedan kirina Kurdistanê de bikin.
Top