YNK beşdariya hikûmeta nû dike
Civata Serokatiya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê piştî civîna xwe daxuyaniyek weşand û ragehand ku, me biryara xwe ya dawî daye û beşdariya hikûmeta nû dikin.
Di daxuyaniya civata Serokatiya YNKê de hatiye gotin ku, me di civîna xwe de bi awayekî berfire li ser beşdarî kirin anjî beşdarî nekirin di hikûmeta nû de giftûgo kir û di dawî de me biryar da daku, beşdariya hikûmeta nû ya Kurdistanê bikin.
