Saleke din Amerîka balefrên F16 radestî Îraqê dike
Li gor daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê biryare payîza sala 2014an hikûmeta Amerîkayê di çarçoveya peymana kirîna çekan ji Amerîkayê yaku, di navbera Amerîka û Îraqê de hatiye îmzekirin, 16 balefrên şer yên F16 radestî hikûmeta Îraqê bike.
Berpirsên îdarî yên Amerîkayê diyar kirin ku, duhê Serokwezîrê Îraqê û Cîgirê Serokê Amerîkayê li ser vê meseleyê giftûgo kirine û li ser radest kirina 16 balefrên F16 di payîza sala 2014an de li hevkirine.
