• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Konsulusê Romaniyayê civiyan

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Konsulusê Romaniyayê civiyan
Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û Konsulusê Romaniyayê civiyan.

Duh li Selahedînê şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Romaniyayê yê li Îraqê Jakob Prada kir.

Di destpêka civînê de Konsulusê Romaniyayê ragehand ku, pêgeha Kurdistanê bandoreke girîng li ser aramiya rewşa siyasî û abûriya deverê kiriye jiber vê çendê Romaniya gelek girîngî dide rola Kurdistanê û dixwaze di warê siyasî û abûrî de peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re berfire û bihêztir bike.

Jakob Prada di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, ezmûna Kurdistanê ezmûneke serkeftiye û got: Hêvî dikim beşên din yên Îraqê ezmûna Kurdistanê box we bikin esas û weke Kurdistanê pêş bikevin.

Konsulusê Romaniyayê anî ziman ku, hikûmeta Romaniyayê hana kompaniyên Romanî dide daku, li Kurdistanê de dest bi hêlbirîn û kar kirinê bikin û niha jî li her sê Parêzgehên Kurdistanê de hijmareke kompaniyên Romanî dixebitin.

Li hember de jî Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê ragehand ku, Kurdistan pêşwaziya hewldanên Romaniyayê bo bihêz kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re dike û got: Derfet di her warî de bo bihêz kirina peywendiyên han baş û goncave.

Mesrûr Barzanî behsa kêşeyên heyî yên li deverê de jî kir û axaftinên xwe wisa domand: Kurdistan tevahiya hêza xwe bitevger kiriye daku, kêşeyên heyî li deverê de bi awayekî aştiyane werin çareserkirin û aştî û aramî li deverê de zal bibe.

Barzanî eşkere kir ku, hevkarî û hemahengiya navnetewî û Herêmî dikare bilez dawî bi kêşe û aloziyên Rojhilata Navîn bîne.
Top