• Thursday, 12 February 2026
logo

Konsûlê Tirkiyeyê: Tirkiye Herêma Kurdistanê weke derîyê Iraq û Rojhilata Navîn dibîne

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Konsûlê Tirkiyeyê: Tirkiye Herêma Kurdistanê weke derîyê Iraq û Rojhilata Navîn dibîne
Li bajarê Hewlêrê bi amadebûnaNêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên dinên hikûmeta Kurdistanê û konsûl û nûneratîyên welatên bîyanî yên li Kurdistanê, merasima 90 saliya damezrandina komara Tirkiyeyê birêve çû.


Konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê, roja sêşembe li hotêl Rotana ya li bajarê Hewlêrê bi ahengekê 90 salîya damezrandina komara Tirkiyeyê pîroz kir.

Di merasima pîrozkirinê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hijmareke berprisên hikûmeta Kurdistanê amade bûn, Mihemed Akif konsulê Tirkiyeyê yê herêma Kurdistanê, peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe xwe behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê kir û got ku, ew têkelî roj bo rojê ber bi pêş ve diçin.

Akif di axaftina xwe de got ku, Tirkiye bi çaveke gelek giring li herêma Kurdistanê temaşe dike û wê weke deriyê çûna nav bazarê Îraqê û Rojhilata Navîn dibîne û Tirkiye jî deriyrkî giringê Kurdistanê bo cîhana derve ye.

Konsulê giştiyê Tirkiyeyê got ku, zêdetir ji 1300 şirket û kmpaniyên tirkî di warên cihê de li herêma Kurdistanê kar dikin û deriyê konsulxaneya Tirkiyeyê jî li pêşiya hevwelatiyên Kurdistanl hertim vekiriye.

Weke tê zanîn komara Tirkiyeyê sala 1923ê li ser destê Mistefa kemal hat damezrandin.
Top