• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi hijmarek Parêzer re civiya

Gulan Media October 31, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bi hijmarek Parêzer re civiya
Li hewlêrê Cîgirê Serokê PDKê bi hijmareke Parêzeran re civiya.

Duh li Hewlêrê Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî Sekreterê mekteb siyasiya PDKê û hijmareke din ji endamên civata Serokatiya PDKê bi hijmarek parêzerên Kurdistanê re civiya.

Di civînê de Cîgirê Serokê PDKê peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, encam dana hilbijartinên sendîkaya Parêzerên Kurdistanê nîşaneya hebûna demokrasî li Kurdistanê deye.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, serkeftina lîsteya parêzerên ser bi PDKê bû sedema kêfxweşiya tevahiya endamên PDKê.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola Parêzeran di warê sepandina qanûn û serweriya qanûnê kir û ew rola han bi roleke girîng wesif kir û got: Em berbi hikûmeteke damezraweyi ve diçîn lewre dibe hun jî weke Parêzer rola xwe ya sereke bilîzin.

Di beşeke din ya vê civîna han de Fazil Mîranî jî peyvek pêşkêş kir û behsa girîngiya rola Parêzeran di warê parastina berejwendiyên netewî de kir û parêzerên Kurdistanê bi parêzerên destkeft û demokrasiya Kurdistanê bilêv kir.
Top