Îtlafa firaksyonên Kurdistanî daxwaza 7 kursiyan dike
Di vê derbarê de Parlementarê parlementoya Îraqê yê ser bi îtlafa firaksyonên Kurdistanî Mueyed Teyib ragehand parlementoya Îraqê di civîna xwe de qanûna hilbijartinên Îraqê dixe dengdanê û îtlafa firaksyonên Kurdistanî pêşniyara yek bazneyiya hilbijartinan pêşkêşî parlementoyê kiriye.
Mueyed Teyib ragehand ku, eger ew pêşniyara han neyê qebûlkirin vê demê weke alternatîf îtlafa firaksyonên Kurdistanî daxwaza 7 kursiyan bo Kurdistanê dike û ew jî dibe qerebûya zererên ku, di encama nadadwerbûna qanûna hilbijartinan de ber Kurdistanê dikevin.
