• Thursday, 12 February 2026
logo

Cefer Emînkî: PDKê derî li ser Salih Musilêm danexistiye

Gulan Media October 29, 2013 Nûçe
Cefer Emînkî: PDKê derî li ser Salih Musilêm danexistiye
Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê dibêje bi ti awayî PDKê sînor li ser Salih Musilêm danexistiye.

Piştî belavbûna çend nûçeyan derbarê daxistina deriyê sînor ji aliyê PDKê ve li ser Salih Musilêm îro Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Cefer Emînkî ragehand ku, daxistina sînor ne li gorî pîwer û siyaseta partiya demokrata Kurdistanê ye û PDKê ti carî sînor li ser Hevserokê PYDê danexistiye.

Cefer Emînkî eşkere kiriye ku, PDKê bi peywendiyeke xwe bi sînor ve tuneye û sînor ji aliyê hikûmetê ve tên birêvebirin ne ji aliyê PDKê ve.

Cefer Emînkî diyar kir ku, Salih Musilêm bo armanc û li gorî bernameyekî dixwaze PDKê tawanbar bike, lêbelê şaşe jiber ku, PDKê girêdayî siyaset û pîwanên xwe yên netewiye û hertim hewl dide daku, hevkariya part û aliyên curbicur yên Kurdistanê bike, ew kesên ku, dijatiya PDKê dikin şaşin û di dawî de jî her ew bo xwe zererê dikin
Top