Îtaliya û Kurdistan peywendiyên xwe bihêztir dikin
Di çarçoveya pîşengeha project ya Îraqê de yaku li Hewlêrê hatiye sazkirin, civîneke hevbeş ya di navbera hijmareke rayedarên Kurdistan û Îtaliyayê de hate sazkirin.
Di civîna han de her du alî behsa asta peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê kirin û ragehandin ku, asta niha ya wan peywendiyan başe lêbelê dibe hewl were dayîn daku, peywendiyên han hîn bihêztir bibin.
Her di vê civînê de ku, wezîrê pîşesazî yê hikûmeta Kurdistanê jî têde beşdarbû her du alî tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina peywendiyên bazirganî yên di navbera Îtaliya û Kurdistanê de kirin.
