Wezareta pêşmerge: Hewlêr û Bexdad hêşta li ser sê xalan nakokin
Şandeke wezareta pêşmergeya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku berî du rojan bi mebesta guftûgokirin li ser plana karkirina hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdadê de bo îdarekirina nawçeyên Kurdistanîyên derveyê îdareya hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqa federal kiriye, ew yek aşkira kiriye, ku nakokîyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarîya Iraqa federal li ser çend xalên giring hêşta berdewame.
Sekreterê giştîyê wezareta pêşmerge Cebar Yawer di evê bareyê de ragihandiye:´´ em her du alî di kombûnan de gihîjtîne rêkevtinekê li ser giringtirîn karkirina hevbeş, lê heta niha sê xal mane ku em li ser bigihîjin rêkevtinê.´´
Li gor daxuyanîya Cebar Yawer qezaya Dûzxormato ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve jî dê di çarçoweya plana karê hevbeş ên di navbera wezareta pêşmerge û wezareta bergirîya Iraqê de be.
