• Thursday, 12 February 2026
logo

Dadgeha bilind encamên hilbijartinên Kurdistanê qebûl kir

Gulan Media October 28, 2013 Nûçe
Dadgeha bilind encamên hilbijartinên Kurdistanê qebûl kir
Dadgeha bilind ya Kurdistanê piştî wenêrîna rexne û dozên li ser encamên hilbijartinên Kurdistan, biryara xwe eşkere kir.

Îro Dadgeha bilind ya Kurdistanê ragehand ku, piştî bi dawî hatina dema wergirtina rexne û dozan ya li hember encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, Dadwerên dadgehê dest bi wenêrîna wan rexne û dozan kiriye.

Dadgeha bilind ya Kurdistanê eşkere kir ku, piştî demeke dirêj ya wenêrînê îro desteya dadweran biryara xwe ya li ser encamên hilbijartinan eşkere kir û li gorî ew biryara han, dadgeha bilind encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê qebûl kiriye.

Di daxuyaniyeke nivîskî de ku, ji aliyê dadgehê ve hatiye weşnadin hatiye nivîsandin ku, ti rexne anjî ti dozek li ser encamên hilbijartinan bandoreke wisa nekirine û encamên ku, ji aliyê komisyona serbixwe ya hilbijartinan ve hatibûn ragehandin ji aliyê dadgehê ve jî hatine pejrandin.

Hêjayê gotinêye ku, di 21ê meha Eylûlê de hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hatin meşandin û partiya demokrata Kurdistanê bû yekemîn û 38 kursî bi dest anî.
Top