• Thursday, 12 February 2026
logo

Efserên Başûrê Îraqê li Zaxoyê tên perwerde kirin

Gulan Media October 28, 2013 Nûçe
Efserên Başûrê Îraqê li Zaxoyê tên perwerde kirin
Efserên Başûr û Naverasta Îraqê li Akademiya leşkerî ya Zaxoyê tên perwerdekirin.

Akademiya leşkerî ya Zaxoyê ragehand ku, 250 Efserên Ereb yên Başûr û Naverasta Îraqê ji aliyê Akademiyê ve hatine wergirtin û biryare piştî devreyeke şeş mehî ya perwerdehî werin mezûnkirin.

Li gor daxuyaniya Akademiya leşkerî ya Zaxoyê ew Efserên han piştî bi dawî anîna devreya han vê beşdariya du devreyên din li Îraq û derveya Îraqê bikin û piştî bi dawî anîna wan her du devreyan pileya Efseriya ajovaniya balefiran werbigirin.
Top