Nêçîrvan Barzanî û heyeteke Fransî civiyan
Îro Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi her du Konsolosên Franse yên li Hewlêr û Bexdayê re civiya.
Di destpêka civînê de heyeta Fransî jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hikûmet û gelê Kurdistanê kirin û ew proseya han bi destkefteke girîng bo demokrasiya Îraq û deverê wesif kirin.
Di berdewamiya civîna han de behsa damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî hate kirin û pişt re jî peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin û Konsolosê Franseyê eşkere kir ku, civaka navnetewî li hember aloziya rewşa Îraqê gelekî bifikare.
Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa hilbijartinên parlementoya Îraqê û qanûna hilbijartinên Îraqê kirin û tekez li ser encam dana hilbijartinan di dema qanûniya xwe de kirin.
Di beşeke din ya civîna han de peywendiyên heyî yên di navbera Franse û Kurdistanê jî hatin giftûgokirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên han kirin.
