YPGê bang li xelkê Til Koçer kir encumen û asayişa xwe ava bikin
Fermandariya Giştî ya YPGê di daxuyaniyekê de ku di malpera ANFê de hatiye belavkirin, ragihand ku hêzên wan karîn di nav 4 rojan de bajarê Til Koçer ê hevsînorê bajarê Mûsilê yê Iraqê ji destê çekdarên rêxistina îslamî ya Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê derbixin û bixin bin kontrola xwe.
Li gorî daxuyaniyê,hêzên YPGê di operasyonê de 5 tang, fûzeyek, topek, 6 doçka, bildozerek, gelek çekên ferdî û cebilxane destser kirine, her wiha bi dehan çekdarên komên îslamî hatine kuştin 3 şervanên YPGê jiyana xwe jidest dane.
YPGê her wiha daxwaz ji pêkhate û xelkê Til Koçer kir ku encumena û asayişa bajarê avakirin.
Rudaw
