• Thursday, 12 February 2026
logo

Solîn hacadur serdana mezara Nemiran kir

Gulan Media October 27, 2013 Nûçe
Solîn hacadur serdana mezara Nemiran kir
Rojnamewana Kurd Solîn Hacadur tevî heyeteke pê re serdana mezara Nemiran kir.

Di berdewamiya serdanên welatiyên Kurdistan û biyanî de bo ser mezara Nemiran ya li Barzanê Duh Rojnamewana Kurd Solîn Hacadur û heyeteke pê re ku, ji herêma Keteloniya ya Îspaniyayê hatibûn Kurdistanê serdana mezara Nemiran ya li Barzanê kirin û ji aliyê nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.

Pişt re heyet deste golek li ser mezarê danî û peyvek pêşkêş kir û behsa rol û têkoşîna Nemiran ya bo azadî û bidest xistina mafên reva yên gelê Kurd kir.
Top