• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi her du Konsolosên Franseyê re civiya

Gulan Media October 27, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi her du Konsolosên Franseyê re civiya
Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê bi her du Konsolosên Franse yên li Hewlêrê û Bexdayê re civiya.

Îro li Selahedînê Şewirmendê civata ewlekariya nîştimaniya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi her du Konsolosên Franse yên Hewlêr û Bexdayê re civiya.

Di destpêka civînê de Konsolosên Franseyê kêfxweşiya xwe ya li hember serkeftina prosesa hilbijartinên Kurdistanê diyar kirin û prosesa hilbijartinê jî bi proseseke nimûneyî bo demokrasiya Rojhilata Navîn bilêv kirin û hêvî xwestin ku, perlementoya nû Kurdistanê di demeke nêz de dest bi karên xwe bike û kabîneya nû ya hikûmetê li gor daxwazên xelkê were damezrandin.

Konsolosên Franseyê ew yek jî eşkere kirin ku, Franse baweriyeke bihêz bi serkeftina prosesa aramî û ewlekarî ya Kurdistanê heye û gotin: Li Kurdistanê de derfet bo teror û tundûtîjî tuneye û hewldanên derve nikarin rewşa aram ya Kurdistanê aloz bikin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî rewşa Îraq û deverê şîrove kir û ragehand ku, Kurdistanê piştgîriya rêbazên aştiyane yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverê de dike.

Derbarê qirîza Sûriyayê de jî birêz Mesrûr Barzanî got: Hêvî dixwazim bi hevkariya welatên deverê û welatên cîhanî bilez gelê Sûriyayê ji qirîza han rizgar bibe.

Di dawiya hevdîtina han de her du alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Franseyê de kirin.
Top