Tatlises ji ber bikaranîna navê Kurdistanê rastî rexneyan hat
Îbrahîm Tatlises, li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye “Ez Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipas dikim ku wî bi awayekî germ pêşwaziya min kiriye”.
Tatlises ji ber ku navê Kurdisranê bikar aniye, ji aliyê hawadar û heyranên xwe ve, rastî gelek rexneyan hat.
Îbrahîm Tatlises dîsa di hasabê xwe yê Twitterê de, ji bo wan kesên ku ew rexne kirine nivîsand. Tatlises vê carê got “Bavê min Tirk e lê diya min Kurd e, ji ber wê jî ez Tirk kurê Tirka me”.
Tatlises da zanîn ku, ji ber ku tenê wî navê Serokwezîrê Kurdistanê bikar aniye, ewqas rexne lê hatin girtin.
Rudaw
