• Thursday, 12 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê dixwaze rê li ber endamên PYDê bigire

Gulan Media October 27, 2013 Nûçe
Artêşa Tirkiyê dixwaze rê li ber endamên PYDê bigire
Artêşa Tirkiyê dixwaze deriyê sînor yê Dirbêsiyê bigire ji bo ku rê li ber endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û şervanên YPGê yên girêdayî wê partiyê bigire.

Serokerkaniya artêşa Tirkiyê bi hînceta çûn û hatinên endamên partiya PYDê û Yekîneyên Parastina Gel yên girêdayî wê partiyê, ji Wezareta Bergiriyê xwest ku deriyê sînorî yê Dirbêsiyê bê girtin.

Li gor rojnameya Huriyet a Tirkî, Serokerkaniya Tirkiyê gotiye “Hêzên ser bi PYDê ve di bin navê hemwelatiyên Sûriyê yên ku di şerê navxweyî de birîndar bûne, di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re serbest diçin û tên”.

Deriyê Dirbêsiyê piştî derbeya leşkerî sala 1980yan de ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû girtin, lê piştî ku rewşa Sûriyê tevlîhev bû, ew derî berî 4 mehan li ber penaberên Sûriyê hate vekirin.

Rudaw
Top