Deriyê sînorî yê Sûriyê û Êraqê ket destê YPG
Li gor nûçeya ajansa ANHA’yê, YPG’ê şevê din li herêma Til Koçer li 3 cihan çalakiyên bi bandor lidar xistin.
Di nûçeyê de hatiye ku YPG di çalakiyên nava şevê destpê kirine de saet derdora 01.00’an de gundên Cihêşiyê û Mehmudiyê yên li nêzî Til Koçer hatin rizgarkirin.
Ajansê diyar kiriye ku çalakiya duyemîn li dijî fabrîqeyek çîmentoyê ya di destpêka Til Koçer ku komên çete lê bicîh bibûn hate lidarxistin û saet dordora 03.00’an de fabrîqe hate bidestxistin.
Çalakiya sêyemîn jî li herêma sûka azad a li ser sînor hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî saet derdora 04.00’an de sûka azad û Deriyê Sînor ê Til Koçer ê dinavbera Rojava û Iraqê de hate bidestxistin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di çalakiyan de gelek cebilxane û topek Hawanê ya 120 hatiye bidestxistin.
Ji aliyê xwe ve jî berdevkê bi navê yekîneyên Parastina Gel Rêdur Xelîl jî li ser rupela xwe li tora civakî ya Facebookê jî ev nûçe piştrast kir.
ANHA
