• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê parlemento û Konsolosê Amerîkayê kir

Gulan Media October 24, 2013 Nûçe
Serokê parlemento û Konsolosê Amerîkayê kir
Serokê parlementoya Kurdistanê pêşwaziya Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.

Îro Serokê parlementoya Kurdistanê Dr. Erselan Bayiz tevî Cîgirê xwe Dr. Muhemed Sûre pêşwaziya Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.

Di civînê de Konsolosê Amerîkayê ragehand ku, bi rêya çavdêrên xwe ve ji niz ve wenêrîn bo prosesa hilbijartinên Kurdistanê kiriye û serkeftina prosesa han bi destkefteke girîng bo gelê Kurd wesif kir.

Konsolosê Amerîkayê li ser navê xwe û Konsolosxaneya Amerîkayê jî jiber teqînên Hewlêrê hevxemiya xwe pêşkêşî gelê Kurd kir.

Li hember de jî Serokê parlementoyê spasiya Konsolosê Amerîka û hikûmeta Amerîkayê kir.

Di beşeke din ya vê civîna han de her du alî behsa qanûna hilbijartinên Îraqê kirin û Serokê parlementoya Kurdistanê helwesta Serokatiya Kurdistanê ya li hember qanûna hilbijartinan ya Îraqê ji bo Konsolosê Amerîkayê rave kir.
Top