Parlemanterek: Heftê 5 kes di girtîgehên Tirkiyê de dimirin
Xelîl Aksoy di lijneya giştî ya parlemana Tirkiyê de di axaftina xwe ya ji bilî rojevê de li ser pirsgirêkên girtî û cezaxwariyên di girtîgehan de sekinî. Aksoy bilêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di girtîgehan de diqewimin hetanî îro tu gav nehatiye avêtin.
Li gor îdiayên Aksoy girtî û cezaxwariyên nexweş serbest nayên berdan û bi zanayî di girtîgehan de tên tecrîtkirin.
Aksoy destnîşan kir ku di sala 2011an de (268), par jî (206) girtî û cezaxwarî, di girtîgehan de mirin û wiha got: "Yanî di nav hefteyekê de 5 kes dimirin. Gelek nexweşên li ber mirinê hê jî di girtîgehan de ne."
