Komisiyona hilbijartinan: encamên hilbijartinên parlemana Kurdistanê naguherin
Ji ber hebûna 40 taneyan li ser encamên hilbijartinên parlemana Kurdistanê dihat pêşbînîkirin ku guhertin di ewan encaman de bihata kirin, lê peyvdarê komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê Sefa Musewî bo Malpera Xendan ragihandiye, ku 40 taneyên aliyên cur bi cur ên Kurdistanê bo desteya dadwerîya Pêdaçûna Herêma Kurdistanê hatin şandin.
Herwiha Sefa Musewî tekez kiriye ku: ´´Desteya Dadweriyê di demeke diyarîkirî de dê encamê wê aşkere bike ku heyama wê 10 rojin ku ji roja Pêncşemê beriya Cejna Qurban`ê dest pê kiriye, lê rojên bêhnvedanê jê tên derkirin.´´
Di dawiyê de peyvdara komisyona bilinda serbixwe ya hilbijartinan got: ´´ pêşbînî nahê kirin ku hîç guhartin di encamên hilbijartinan de bihê kirin, ji ber ku hîç taneyek metirsîdar têde nîne.´´
