NY: 6 Miliyon Iraqî di jêr hêla hejarîyê de dijîn
Raporta tîma Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê herwiha daye xuyakirin, ku ´´ Neteweyên Yekgirtî zêdetir tekez li ser giringîya rexsandina derfeta akr bo jinavbirina hejarîyê li Iraqê dike.´´ Herwiha di raporta xwe de tîma NY daxwaz ji desthilatdarên Iraqê kiriye ku derfetên kar di çarçoweya bernameya geşepêdanê de bo hemû takên Iraqî birexsîne (dabîn bike).
Di beşeke din a evê raportê de tîma NY basa ewê kiriye ku di demekê de ku Iraq weke duyemîn welatê cîhanê ji alîyê weberhênana jêderên neftê dihê naskirin, çawan dibe ku ji koma 33 Miliyon Iraqîyan, 6 Miliyon kes di rewşeke xirab û hejarîyê de bijîn?´´
