• Thursday, 12 February 2026
logo

Şerê navbera MÎT û MOSSADê germtir dibe

Gulan Media October 21, 2013 Nûçe
Şerê navbera MÎT û MOSSADê germtir dibe
Hat zanîn, dema navenda sîxorî ya Tirkiyê (MÎT) agahiyên derheqê 10 sîxorên îranî yên MOSSADa Îsraîl daye Îranê, Amerîka jî balafirên bêbalafirvan nedaye Tirkiyê.

Di demên dawî de rojnameyên amerîkî Serokê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan bi wê tohmetar kiribûn ku piştî bûyera gemiya Mavî Marmarayê agahiyên li ser 10 îraniyên ku bo MOSSADa Îsraîl kar dikirin, daye rayedarên Tehranê.

Lê vê ev îdia bi tundî ji aliyê Tirkiyê ve hatibû redkirin û nûçe û îdiayên wiha wek “reşkirina Fîdan” hatibû nirxandin.

Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê, piştî bûyera deşîfrekirina sîxorên îranî yên MOSSADê Amerîka ew balafirên bêbalafirvan ên bi navê “Predator” ku Tirkiyê jê xwestibû, neda Enqerê. Ji ber ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Necdet Ozel, sala 2012an ji Amerîka daxwaza 10 predator kiribûn ku 6 jê çekdar û 4 jî bêçek bin lê ev yek ji aliyê Kongreya Amerîka ve nehat pesendkirin.

Li gorî nûçeyê, rayedarên amerîkî bi awayekî veşartî ji Tirkiyê re gotibûn ku ew ditirsin agahiyên derbarê predatoran bikeve destê Îranê.

Li gorî agahiyên ku jêderên hikûmetê daye Tarafê, hevkariya navbera MÎT û Îranê ji ber du sedeman hatibû deşîfrekirin: ya yekem, sekinandina operasyona serbazî ya li dijî Sûriyê û lihevkirina Obama û Pûtîn bo jinavbirina çekên kîmyayî yên Sûriyê. Ji ber ku eger li dijî Sûriyê operasyona serbazî bihata lidarxistin wê demê CIA, MOSSAD û MÎT dê bi hev re kar bikirana bi taybet Tirkiye dê di birêvebirina hêzên opozîsyona Sûriyê de rolek mezin bilîsta. Bi sekinandina operasyonê pêwîstiya hevkariya navbera dezgehên îstixbaratê kêm bû.

Sedema duyem a deşîfrebûna têkilî û hevkariya navbera MÎT û Îranê, ew bû ku Tirkiyê projeya damezirandina sîstema parastina mûşekî ya xwe da Çînê, ji ber ku li gorî Amerîka û Îsraîl, raporên MÎTê bûne sedema wê ku Tirkiyê projeya han bide Çînê.

Li gorî berpirsekî pilebilind ê dewleta Tirkiyê, destpêkê MÎT bi lîstikvanên yedek daket meydanê lê niha bûye yek ji avakerên lîstokê ji ber wê jî tê pêşbînîkirin nerazînên li hember MÎTê dê di rojên bê de jî bidomin.

Daxwaza Tirkiye ya predatoran ku bi hêceta şerê li dijî PKKê ji Amerîka hatibû xwestin, di medyaya Amerîka de jî deng vedabû.

Rojnameya Washington Post meha Îlona 2011an ji zarê berpirsekî pilebilind ê Amerîka ragihandibû, predator û balafirên U2 yên Tirkiye dixwaze bo şerê li dijî PKKê pêwsît e lê Kongreya Amerîka ev yek pesend nekiribû. Tê gotin ev biryar wek ceza ye bo Tirkiyê ji ber ku agahiyên li ser sîxorên MOSSADê daye saziya sîxoriya Îranê.

Di bûyera gemiya Mavî Marmarayê de ku roja 31ê Gulana 2010an qewimî, di encama êrişa hêzên Îsraîl de li dijî gemiyê ku ber bi Xezze ya Filistînê ve diçû, 9 tirk hatibûn kuştin û 10 serbazên îsraîlî û 60 rêwiyên gemiyê jî birîndar bibûn.

Rudaw
Top