• Thursday, 12 February 2026
logo

Necîbe Necîb: Daxwazên Kurd di bûdceya 2014 a Iraqê de nehatine berçavgirtin

Gulan Media October 21, 2013 Nûçe
Necîbe Necîb: Daxwazên Kurd di bûdceya 2014 a Iraqê de nehatine berçavgirtin
Necîbe Necîb endama komîteya darayîya parlemana Iraqê ragihand:´´ hokarê neşandina proje qanûna bûdceya îsal a Iraqê bo parlemana federal heta niha vedigere bo ewê çendê ku bûdceya îsal gelek kêmasî heye.´´

Necîbe Necîb parlemantera Kurd a Iraqî ya ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî ve ragihandiye, ku heta ku niha bûdce li encûmena wezîran a Iraqê ye û negihîştiye parlemanê û hokarê ewê çendê jî ewe ye ku proje qanûna bûdceya îsal gelek kêmasî heye û gojmeyeke zêde bo xercîyên serwerî hatiye danîn û daxwazên Kurd jî nehatiye berçavgirtin.´´

Necîbe Necîb herwiha gotiye:´´ me daxwaz kiriye pêş ku proje qanûna bûdce berev parlemanê bihê şandin, kêmasîyên tê de bihên çareserkirin û daxwaz û têbînîyên Kurd jî bihên berçavgirtin, paşê bo parlemanê bihê şandin.´´

Evê parlemantera Kurd a Iraqî tekez jî kiriye, ku îsal jî weke salên bihorî daxwazên Kurd nehatine berçavgirtin, bi taybet bûdceya hêza pêşmerge û pareyên kompanîyên neftî yên ku li Kurdistanê kar dikin. Necîb ragihandiye, ku di bûdceya îsal de 16 Trîlîyon Dînar bo kompanîyên neftî li Iraqê hatiye terxankirin ku tenê yek Trîlîyon Dînar bo pişka Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin û eve jî rêjeyeke gelek kême.

Bûdceya Iraqê bo sala 2014, 174 Trîlîyon Dînare û di bûdceya îsal de 18 Trîlîyon Dînar bo Heêrma Kurdistanê hatiye terxankirin ku gelek ji rêjeya qanûnîya %17 kêmtire.
Top