Mislim: Ew fîşeka ku Şervan pêk hat kuştin ji Tirkiyê çûbû
Hevserokê PYD di daxuyaniyekê de, ji televîziyona Stêrk TV re got, guleya ku kurê wî pê hatiye kuşitin ne ji Îranê hatibû lê dibe Tirkiyê dabe çekdarên koma îslamî ya Cebhet El Nusrayê.
Mislim aşkere kir ku niha TirkiyE wek berê alîkariya Cebhet EL Nusra nake û got, ji ber karên wê grûpê Hikûmeta AKPê êdî şerm dike ku li wan xwedî derkeve.
Mislim di daxûyaniya xwe de da zanîn ku, heta niha jî hinek komên sivîl li Tirkiyê, alîkariyên çek û pere û endaman didin rêxistina Cebhet El Nusrayê.
Mislim her wiha ragihand ku kuştina Şervanê kurê wî bo wan sûrprîz nebûye ji ber ku ew hertim li benda bûyereke wisa bûn.
Şervan Salih mislim yek ji kurên Hevserokê PYDê Salih Mislimbû ku di roja 9ê vê mehê de, li gundekî derdora Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên koma Cebhet El Nusrayê ve hatibû kuştin.
Rudaw
