• Thursday, 12 February 2026
logo

The Daily Star: Di demeke nêzîk de dewleta Kurdî tê damezrandin

Gulan Media October 20, 2013 Nûçe
The Daily Star: Di demeke nêzîk de dewleta Kurdî tê damezrandin
Rojnameya The Daily Star ya çapa Libnanê, raporek derbarê rewşa Rojhilata Navîn weşandiye û dibêje: Li Kurdistanê da Kurd herêmek ji bo xwe damezrandine û têda bi aramî dijîn û wan peywendiyekî baş li gel dewrubera xwe de heye, û hêdî hêdî xwe nêzî ragehandina serbixweyiya Kurdistanê dikin.

Rojname balkişandiye ser wê yekê ku pêşketin û aramiya herêmê, sedema sereke ya nêzîkbûna Kurd ya serxwebûnê ye. The Daily Star nivîsandiye "Bi hebûna çavkaniyeke zêdeyê sirûştî û li nav wan de jî neft, her wiha hebûna pêwendiyekî baş li gel welatên dewruber bi taybetî Tirkiye, dirustbûna dewleta Kurdî li demeke nêzîk de li holê daye…

Her wiha dinivîse, Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê di hevdîtina xwe ya li gel Ajansa Frans Press radigihîne "Herêma Kurdistanê mafekî sirûştiya xwe ye bibê xwedî dewlet, lê belê ew maf nabê bi tundutîjiyê bê, belku divê bi rêya sirûştî bê. Serokê Herêma Kurdistanê dibeje "Niha serdema têgihiştine, em jî piştgiriya diyaloga di navbera Kurd û welatên wekî Sûriye û Tirkiye û Îranê dikin
Top