Li Colemêrgê kanzayan giranbuha hatin dîtin
Dekanê Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Colemêrg`ê Prof. Dr. Mehmet Nûrî Bodur, diyar kir ku Colemêrg ji hêla rezervên kanzayan ve yên wekî Krom, Kûrşûn, Çingo û Bakir ve gelekî dewlemend e.
Bodûr aşkere kir ku, li herêmê ji bilî Çingo û Kûrşûnê rezervên kukurt û kaniyên jeotermal jî hene, ger ku ev rezervên hanê bên nirxandin dê ji bo aboriya herêmê baş bibe û dê Colemêrg jî pê dewlemend bibe.
Bodûr wiha got: Ji bo ku Colemêrg bibe navendeke girîng divê ji bo hilberîn û vekolînê sazî bên vekirin, her wiha pîşesazî bên damezirandin û ji bo herêmê û di serî de ji bo xebatên hunerî divê ku rezervên gelemperî bên kişif kirin û ji bo herêm pêşkeve divê ku bi van xebatan berhemanînên girîng bên kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Colemêrg di pêşketinê de li herêmê 6`emîn e, lewra eger bi teşwîqan saziyên nû bên vekirin ji bo îstîhdama herêmê dê baş bibe.
Xendan
