Li Bexdayê 57 kes bûne qurbanî
Çavkaniyên ewlekarî yên li Bexdayê ragehandin ku, di encama çend teqînan li deverên curbicur yên Bexdayê de 13 kes hatine kuştin û 42 kesên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, ew teqîn bi rêya tirimbîlên bombekirî pêk hatine û di encama wan teqînan de 13 kes hatine kuştin û 42 kesên din jî birîndar bûne ku, hinek ji kuştî û birîndaran endamên hêzên ewlekarî ne.
