Wezîrê Karên Navxwe Guler: Li ser sînorê Rojava dîwar nayê lêkirin
Li gorî biryara hikûmeta AKPê, li ser sînorê navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê bi hêceta “astengkirina qaçaxçîtiyê” dîwar tê lêkirin. Di çarçoveya wê planê de di rojên borî de xebatên lêkirina dîwarê di navbera bajarên Nisêbîn (bakûr) û Qamişlo (bakûr) de dest pê kiriye.
Li dijî vê yekê û bo protestokirina dîwarê navbera Qamişlo û Nisêbînê de, çend roj beriya niha şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan û berpirsê BDPê li Nisêbînê Reşîd Kaymaz xwe li ser têlên tûj re avêtibûn û ketibûn nav cihê mînkirî. Her wiha hevseroka BDPê Gultan Kişanak li hember lêkirina dîwar nerazîbûn nîşan dabû û gotibû: “Eger Tirkiye dixwaze bibe Îsraîl emê jî bibin filistînî.”
Ayşe Gokah-Reşîd Kaymaz li ser sînorê Rojava û Bakûr-Nisêbîn
Wezîrê karûbarên navxwe yê Tirkiyê Muammer Guler ku bo cejna Qurbanê çûye bajarê Mêrdînê, derheqê lêkirina dîwarê navbera Rojava û Bakûr de diyar kir ku dîwar mîwar nayê lêkirin û wiha got: “Tenê dîwar li hember cihê mînkirî tê lêkirin û ew jî bo parastina can û malên welatiyan e. agahiyên şaş hatine dayîn. Hinek jî dixwazin bi şovan vê yekê xelet bidin fêmkirin.”
Guler destnîşan kir ku Tirkiye baş dizane li wir çi dike û wiha anî ziman: “Em baş dizanin kî dê li wir were parastin. Em vê mijarê dişopînin. Jixwe em tiştekî nakin ku zirarê bide welatiyan û navbera me û Sûriyê dîwêr lênakin. Ma emê çawa bikarin sînorê 910 km bi dîwêr kontrol bikin? Zarok jî vê gotinê bawer nake…”
Rudaw
