YE: Turkiye mafê kêmenetewan bin pê dike
Komisyona Ewrûpa di raporta xwe ya salane de rexneyên tund arasteya hikûmeta Turkiyê dike jiber serkutkirina ne razîbûnên di çend heyvên borî de ya derbarê binpêkirina mafên bingehîn ya welatiyan û têkest dike ku, çênabe Enqere tenê pişt bi piraniyê ve girê bide û mafê kêmenetewan piştguh bixe.
Komisyona Ewrûpa daxwaz dike ku gotûbêjên taybet bi wergirtina Turkiye di Yekîtiya Ewrûpa de ku heyama 4 salane westaye dest pê bike, û di rûniştina 22 heyvê Cotmehê de serkirdeyên Ewrûpa wê pirsê bi hûrbînî gotûbêj bikin.
Komisyona Ewrûpa di raporta xwe ya salane de rexneyên tund arasteya deshelata Turkiye dike jiber berdewamiya fişraên siyaseta wê û dirustkirina astengiyan li hemberî azadiya raderbirînê de.
Di karvedanekê de li hemberî raporta Komisyona Ewrûpa de cîgirê serok wezîrê Turkiye Bulent Arinç ragihand ku, zêdekirina fişarên Yekîtiya Ewrûpa li ser Turkiye dibe sedema kêmbûna asta daxwaza welatiyên Turkiye bi çûyîna nava Yekîtiya Ewrûpa.
