• Thursday, 12 February 2026
logo

Emar Elhekîm daxwaza şoreşeke îdarî dike

Gulan Media October 16, 2013 Nûçe
Emar Elhekîm daxwaza şoreşeke îdarî dike
Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê daxwaza şoreşeke mezin ya îdarî li Îraqê de dike.

Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Elhekîm ragehand ku, Îraqê rastî çendîn kêşeyên girîng yên siyasî û îdarî hatiye.

Hekîm eşkere kir ku, bo çareser kirina kêşeyên îdarî û siyasî yên Îraqê pêdeviya Îraqê bi şoreşeke mezin ya îdarî a weke şoreşa siyasî ya sala 2003an heye.

Hekîm gotiye: Terorîzim li seraserê Îraqê zal bûye û rewşa Îraqê xistiye jêr kontrola xwe û xwîna her kesekî dirjîne lewre şerê me yê li dijî terorê şerê man û nemanê ye.
Top