Kerîm Eliwî: Aloziyên siyasî bandor li ser parlementoyê kirine
Parlementerê parlementoya Îraqê Kerîm Eliwî ragehand ku, aloziyên siyasî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de bandor li ser kar û çalakiyên parlementoya Îraqê kirine û bûne sedema lawazbûna parlementoyê.
Eliwî derbarê pesend kirina proje qanûnan li parlementoyê de jî got: Eger rewşa Îraqê û aloziyên heyî bi vê rengî berdewam bin vê demê parlemen nikare ti proje qanûnek bipejrîne û bo pejrandina wan proje qanûnan pêdeviya me bi hewldaneke seraserî û netewî heye.
