Qayimmeqamê Dûzxormato daxwaza hêza pêşmerge dike
Qayimmeqamê Dûzxormato Şelal Ebdul di bêjedanekê de li gel PNA ragihandm ku reftara polîsê federala Iraqê li gel hevwelatîyên qezaya Dûzxormato baş nîne û her ew yek jî bûye sedem ku hevwelatî ji polîsê federalî bêzar bin.
Şelal Ebdul herwiha got:´´ weke îdareya qezaya Dûzxormato û komîteya ewlehîya qezayê, me biryar daye ku hêzeke hevbeş ava bikeyn û di nava tax û kolanên bajarê Dûzxormato de bi cih bikeyn.´´
Ebdul herwisa dide xuyakirin:´´ me daxwaz ji berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku hêzeke pêşmerge bo nawçeya me dabîn bikin, lê heta niha bersiva daxwaza wan nehatiye dayîn û ew li bendê ne ku hêzeke pêşmerge bo paratsina rewşa ewlehîyê di nava bajarê Dûzxormato de bi cih bibe.´´
