YPGê ji ber cejna Qurbanê agribest ragihand
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl îro (14.10.2013) di daxuyaniyekî nivîskî de ku li ser rûpela wî ya Facebookê hatiye belavkirin, ragihand ewê di rojên cejna qurbanê de êrîşî tû hêzekî çekdar nekin lê eger komên çekdarên radîkal êrîşî wan bikin dê xwe biparêzîn.
Xelîl da zanîn, agirbesta yekalî ya wan ji sibê ve dest pê dike û heta dawiya cejna qurbanê berdewam dibe.
Cejna Qurbanê ya îsal ji sibê (15.10.2013) ve dest pê dike û heta 4 rojan didome.
Rudaw
