• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî misilmanan kir

Gulan Media October 14, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî misilmanan kir
Bi minasebeta hatina cejna qurbanê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir ku, ew jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta hatina cejna qurbanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî weyên xweştewîst, malbeta serbilind ya şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya karmendên berxwedêr yên dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Em di demekî de cejna xwe pîroz dikin ku, terorîst û neyarên me destên xwe gehandin Kurdistana xweştewîst, dibe ew rastiya han li berçav bigirin ku, planên nahez û neyaran bi dawî nehatine lewre pêwîste tevahiya me bihevre bi rih û canekî Kurdistanperwerane hewl bo parastina destkeftên heyî û bidest xistina mafên gelê xwe bidin.

Hêvî dikim cejna xwe di bin siya aramî û aştî de biser bibin.

Cejna tevahiya we pîroz be.

Mesrûr Barzanî
Top