Serokatiya hikûmeta Kurdistanê cejna Qurbanê li misilmanan pîroz dike
Ev li jêr teksta peyama serokatiya civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê:
Bi minasibeta hatina cejna Qurbanê a pîroz, bi navê serokatiya civata wezîran gerimtirîn pîrozbahiya li tev misilmanên herêma Kurdistanê bi taybetî û yên Îraq û cîhanê bi giştî dikin.
Em hêvîdar in cejna Qurbanê bibe hokarê xêr, xweşî û bexteweriyê bo tev aliyan û herêma Kurdistanê jî li ser pêşkeftin, aramî û xweşjiyaniyê berdewam be.
Her çi qas vê dawiyê dijminên tecrûbeya me xwestin pêvajoya demokrasî, pêşkeftin û kêfa hevwelatiyan rawestînin, lê belê parêzerên vê tecrûbeya me singê xwe ji bo mirinê vekir û nehêla pîlanên dijminên gelê me serbikefin.
Herêma Kurdistanê, îro ji bo binyatdasnan civakek pêşkeftî û aram, ji her demê zîdetir pêwîstî bi yekrêzî, biratî, pêkvejiyan û lêbihurînê heye. Em hêvî dikin kum cejna Qurbaên bibe hokarek ji bona gihiştina vê armanca pîroz.
Her bi vê minasibetê, em bi germî pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan, pêşmerg, asayîş, polîs û tevaya karmendên wezareta navxwe û wezareta saxlemiyê û hemû wan birêzan yên ku, rojên cejinê dûr ji xêzanan û malbatên xwe, ji bo parastina jiyana hevwelatiyan, rojên cejinê derbas dikin.
Careke din cejn li tev aliyan pîroz be û hertim di navxweşiya de bin
Serokatiya civata wezîran
