• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Nabe Bexda Herêma Kurdistanê mîna parêzgehekê bibîne

Gulan Media October 13, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Nabe Bexda Herêma Kurdistanê mîna parêzgehekê bibîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku nabe Bexda Herêma Kurdistanê mîna parêzgehekê bibîne. Serokwezîr Barzanî her wiha ragihand, ew dixwazin YNK beşdarî hikûmeta nû bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de bi rojnameya Şerqulewset re bal kişand ser çend mijarên girîng.

Nêçîrvan Barzanî derbarê beşdariya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hikûmeta bê de, got, ew hêvî dike beşdar bibin, ji ber nifûza YNKê li Herêma Kurdistanê girînge û qebareya wan ne bi hejmara kursiyên di paralmentoyê de tê diyarkirin.

Serokwezîr Bazranî her wiha diyar kir ku hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê dê di dema xwe ya yasayî de were avakirin.

Derbarê têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsa petrolê de Nêçîrvan Barzanî got, Herêma Kurdistanê paşde venagere û divê Bexda wek parêzgeh mamele digel Herêma Kurdistanê neke.

Serokewzîrê Barzanî tekez kir ku bandora rewşa Sûriyê li ser Herêma Kurdistanê geleke, her wiha got, gelê Sûriyê wê biryar li ser mayîna Beşar Esed yan jî çûna wî bide.

Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê bi welatên deverê re jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, têkiliyên wan bi Tirkiyê û Îranê re baş in, lê ev têkilî ne li dijî welatên erebî ye.

Rudaw
Top