• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezareta Perwerde ya Îranê perwerdeya kurdî dixe rojeva xwe

Gulan Media October 13, 2013 Nûçe
Wezareta Perwerde ya Îranê perwerdeya kurdî dixe rojeva xwe
Hat zanîn wezareta perwerde ya Îranê mijara perwerdeya bi zimanê kurdî dixe rojeve xwe. Lê çalakvanên kurd ên rojhilatê Kurdistanê bi van gotinan geşbîn nînin û dibêjin, ev gotin tenê propagandeyên hilbijartinê ne.

Wekîlê wezareta perwerde ya Îranê Elî Esxer Fanî beriya niha gotibû ku divê hikûmet benda 15 a qanûna bingehîn a Îranê cî bi cî bike. Ev daxuyaniyên Fanî di medyaya îranî de dengek mezin vedabû.

Ji ber ku li gorî benda 15 a qanûna bingehîn a Îranê, zimanê fermî yê Îranê farsî ye lê kêmîneyên etnîkî dikarin li herêm û deverên xwe zimanê xwe di çapemeniyê de bikar bînin û li kêleka zimanê farsî jî zimanê xwe bixwînin.

Mamostayê zanîngeha Ebû Elî Sîna li bajarê Hemedanê dr. Setar Ezîzî derheqê vê mijarê de diyar kir ku li gorî benda 15 a qanûnê, xwendina bi zimanê herêmî azad e lê ev peyva azad nayê wê wateyê ku xelk bixwe zimanê xwe fêr bibin çimkî li gorî vê bendê dewletê neçar dike ku xwendin bi zimanê gelên din jî li Îranê hebe.

Li gorî amara sala 2011an, hejmara kurdên rojhilatê Kurdistanê 7 milyon û 77 hezar e ku 973 hezar û 579 kes jê xwendekar in lê mafê wan nîne bi zimanê kurdî bixwînin.

Li rojhilatê Kurdistanê ne tenê xwendina bi kurdî qedexe ye lê hinek caran axaftina bi kurdî jî tê astengkirin. Mînaka vê jî îsal li bajarê Kirmaşanê qewimî. Rêveberiya perwerdeya parêzgeha Kirmaşanê ji hemû mamostayên parêzgehê xwestibû, di dema dersê de axaftina bi kurdî qedexe ye.

Çalakvanekî kurd ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ew li hember tiştekî dilsar nîne lê derbarê xwendina bi kurdî de geşbîn nîne û wiha got: “Jixwe Rûhanî di dema hilbijartinan de behsa hinek tiştan kiribû. Ji ber wê jî divê em li bendê bin ka bo xwendina kurdî çi dike. Gelo rast dibêje yan tenê bo dilxweşiya raya giştî ye.”

Li gorî mamostayekî zanîngehê yê bajarê Sine, daxuyaniyên wekîlê wezareta perwerde ya Îranê derheqê xwendina bi kurdî û zimanên jibilî farsî de, berdewamiya sozên serokomar Hesen Rûhanî ye lê dibêje, helbet dibe ku ev gotin bo hilbijartinên bê jî hatibe gotin. Li gorî wî mamostayê kurd, cîbicîkirina benda 15 a qanûna bingehîn mumkin nîne.

Li rojhilatê Kurdistanê zimanê kurdî li fêrgehên taybet de tê xwendin. Yek ji wan navendan fêrgeha Soma ye ku heta niha 17 hezar kes fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiriye. Di salên borî de jî gelek encumenên edebî û kulturî li bajarên rojhilatê Kurdistanê navendên fêrkirina zimanê kurdî vekirine lê piraniya wan ji ber fişara dewletê hatine girtin.

Çalakvanekî kurd ji bajarê Sine ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got: “Xwendina bi zimanê kurdî karekî hêsan nîne. Herî kêm salek wext dixwaze çimkî divê amadekarî were kirin û pirtûk û mamosta jê re bên dabînkirin.”

Lê li gorî mamostayê zanîngeha Ebû Elî Sîna ya Hemedanê, zemînê xwendina kurdî di warê pirtûkan de heye ji ber ku li Herêma Kurdistanê xwendin bi kurdî ye û mirov dikare havînê dewreyek taybet bo mamostayan veke.

Di dema serokatiya Mihemed Xatemî de hinek hewl bo xwendina bi kurdî hatin dayîn û biryar hat dayîn li zanîgeha Sine dersek kurdî bê dayîn lê nehat cîbicîkirin. Piştî ku Ehmedînejad hat ser desthilatê ev hewlên wiha bi tevahî hat jibîrkirin.

Rudaw
Top