• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurdistan piştgîriya prosesa aştî li Tirkiyeyê dike

Gulan Media October 12, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kurdistan piştgîriya prosesa aştî li Tirkiyeyê dike
Di hevpeyvînekî de li gel kanala Elerebiye Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî çendîn babet û mijarên girîng şîrove kir.

Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî birêz Mesrûr Barzanî derbarê teqînên li Hewlêrê de ragehand ku, ew terorîstên xwekuj fêde ji asankariya ku, bo welatiyan hatibûn pêşkêşkirin wergirtiye û ew yek weke derfetek bo encamdana kiriyarên terorîstî bikar aniye.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, ew kiriyarên han di demekî de hatin encamdan ku, ew 6 sal bûn terorîst nikarîbûn ti planeke xwe li Kurdistanê de cîhbicîh bikin û got: Lêkokînên heyî derbarê ew kiriyarên han de didomin û di demên derbasbûyî de dezgehên ewlekarî gelek bi jêhatî li hember her zaniyariyekî de tev geriyane û ew êrîşên ku, li ser Kurdistanê hatine kirin çavkaniya tevahiya wan ji derveya Kurdistanê ye.

Şewirmendê civata ewlekariya nîştimaniya Kurdistanê eşkere kir ku, ew terorîstên ku, êrîşa berdem asayîşa Hewlêrê pêk anîn rastî berxwedaneke bêhempa ya hêzên ewlekarî hatine û nikarîn armancên xwe bidest bixin û tevahiya endamên ev tîma han yaku, êrîş pêk anî (6 kes) hatine kuştin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî behsa rewşa Sûriyayê jî kir û got: Rewşa Sûriyayê gelek aloze û bandor li ser rewşa Kurdistanê jî kiriye, lazime çareseriyekî lezgîn û mayende ji aloziyên heyî yên li Sûriyayê re wer dîtin.

Derbarê henceta terorîstan yaku, hevkarî kirina Kurdistanê ji bo Kurdên Rojava kirine henceta ew êrîşa han birêz Mesrûr Barzanî got: Ew henceta terorîstane bo bi asanî bikaribin Kurdistanê bikin armanca êrîşên xwe, ew hiceta han hinceteke bêesas û lawaze, terorîst li Îraqê Şîi û Sune kirine armanca êrîşên xwe.

Di berdewamiya hevpeyvîna han de Mesrûr Barzanî behsa serkeftina mezin ya partiya demokrata Kurdistanê kir û wisa pêde çû: Partiya demokrata Kurdistan partiyeke resen e, xwedan xebat û dîrokekî dûr û dirêje, hevdem amadebûna Serok Barzanî bo piştgîrî kirina PDKê roleke gelek girîn hebû di vê serkeftina han de.

Di beşeke din ya hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî behsa demokrasî û azadiyên takekesî li Kurdistanê de kir û got: Kurdistan li ser rêyeke rast berbi demokrasiyeke serdemiyan ve diçe, li Kurdistanê de ti girtiyeke siyasî tuneye.

Derbarê peywendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Mesrûr Barzanî got: Kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne kêşeyên takekesîne, ew kêşeyên han peywendiya xwe bi cîhbicîh nekirina destûra Îraqê ve heye.

Derbarê qanûna niha ya hilbijartinên Îraqê de jî Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê diyar kir ku, naedaletiyeke gelek mezin di nava vê qanûna han de heye, nabe kesek li Kurdistanê de bi 40 hezar dengan bibe Parlementer lê li Bexdayê keseke din bi 10 hezar dengan bibe Parlementer.

Li Kurdistanê de 2 miliyon kes xwedan mafê dengdanê ye lewre em dixwazin ku, ew qanûna han were guhertin û li Îraqê de yek bazneya hilbijartinan hebe.

Derbarê cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra Îraqê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, mixabin heta niha ew made nehatiye cîhbicîhkirin lewre em daxwaz ji hikûmeta Îraqê dikin daku, di vê derbarê de cidiyeteke baştir û niyeta xwe ya baş raber bike û madeya 140 cîhbicîh bike.

Derbarê rewşa Tirkiye û prosesa aştî ya di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyeyê de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ragehand ku, Kurdistan piştgîriya prosesa aştî dike û Kurdistan hertim piştgîriya aştî û aramî kiriye.

Derbarê rewşa Penaberên Rojavayê Kurdistanê de jî birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê hevkariya Penaberên Rojavayê kiriye û niha li Kurdistanê de nêzî 250 hezar Penaberên Rojavayê hatine bicîhkirin, lêbelê aliyên têkeldar yên navnetewî heta niha weke pêwîst hevkariya wan Penaberan nekiriye.

Derbarê rewşa ewlekarî ya wan kempan de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, tevahiya tedbîrên pêwîst hatine stendin û ti kêşeyeke wan kempan a di warê ewlekarî de tuneye:
Top