• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Îraqê 42 kes hatine darde kirin

Gulan Media October 12, 2013 Nûçe
Li Îraqê 42 kes hatine darde kirin
Hikûmeta Îraqê dibêje îro 42 tawanbar bi biryara dadgehê hatine darde kirin.

Îro hikûmeta Îraqê eşkere kir ku, dezgehên peywendîdar 42 tawanbar yên ku, ji aliyê dadgehê ve biryara darde kirinê li ser wan hatibû sepandin hatine dardekirin.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê diyar kir ku, yek ji wan 42 kesan jine.

Ji aliyeke din ve jî NY daxwaz ji hikûmeta Îraqê dike daku, biryara darde kirinê hilweşîne.
Top