Parlamentoya Tirkiyê li ser tezkera Başûrê Kurdistanê biryar dide
Li gorî medyaya Tirkiyê, parlamentoya Tirkiyê dê îro (10.10.2013) li ser dirêjkirina dema tezkereya başûrê Kurdistanê gotûbêj bike.
Di tezkeryê de hikûmeta AKPê ji parlamentoyê xwestiye ku ji ber ku hêzên PKKê heta niha jî li başûrê Kurdistanê wek gef û tehdîdek mezin û micid li ser yekitî, aramî û ewlehiya Tirkiyê ne divê hikûmet bikaribe her gava ku pêwîst bike li dijî PKKê operasyonên serbazî li dar bixe.
Di beşek din a tezkerê de hatiye gotin, lewma divê mohleta tezkereya par ku 17ê Cotmeha îsal bidawî dibe, heta salek din were dirêjkirin.
Tezkerya başûrê Kurdistanê roja 5ê Cotmeha 2013 ji aliyê hikûmetê ve radestî parlamentoya Tirkiyê hatibû kirin.
Parlamentoya Tirkiyê roja 4ê Cotmehê jî tezkereyek bo Sûriyê derxist ku li gorî wê, her gava ku pêwîst kir artêşa Tirkiyê dikare li nav xaka Sûriyê de operasyonên serbazî saz bike.
Derxistina tezkera başûrê Kurdistanê di demekî de ye ku ji meha Adara îsal ve heta niha di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de agirbest hatiye ragihandin û heta niha jî ev agirbest didome.
Rudaw
