Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî kir
Li hevdîtinê de Konsolê Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî silavên Şêx Xelîfe Bin Zaydê Serokê Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî gihand Serok Barzanî û ji bo rexsandina vê hevdîtinê gelek spasiya Serok Barzanî kir. Her wiha ji bo serketina hilbijartina Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê kir. Tekez jî kir ku welatê wan dixwaze peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî zêdetir pêş bikeve.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Konsolê Giştî Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî kir û xweşhaliya xwe jî ji bo geşbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Yekgirtiya Mîrnişînên Erebî nîşan da û hêvî jî xwest ew peywendî zêdetir pêş bikevin.
