• Thursday, 12 February 2026
logo

Şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiya

Gulan Media October 8, 2013 Nûçe
Şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiya
Şandeke komîteya têkiliyên derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li paytexta Tirkiyê Enqere digel rayedarên Wezareta Derve ya wî welatî civiya. Endamê komîteya têkiliyên derve Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand ku, şanda wan li ser vexwendina Wezareta Derve ya Tirkiyê serdana Enqerê kiriye û îro jî bi şêwirmendê wezaretê re civiyane.

Îbrahîm Biro ku sekreterê partiya Yekîtî ya Kurd e jî, her wiha diyar kir ku, şandeke din ya kurd bi navê encumena kurdî û encumena gel, ne bi navê Desteya Bilind a Kurd li Enqerê ne.

Biro got, hatina wê şandê ku ji 2 nûnerên ecumena kurd Fûad Elîko û Mistefa Meşayiş û 2 nûnerên encumena gel Îlham Ehmed û Ebdilselam Ehmed pêk tên, ne girêdayî hatina şanda komîteya têkiliyên derve ya encmena niştimanî ya kurd e.

Derbarê hevdîtina wan ya bi şêwirmendê Wezareta Derve ya Tirkiyê de, Îbrahîm Biro aşkere kir ku wan pirsa beşdarîkirina kurdan di kongreya Jinêv2, deriyên sînorî û derbaskirina alîkariyan bo rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

Sekreterê Partiya Yekîtî her wiha got, Di civînê de, wan tekez kir ku pêwîste kurd bi şandeke serbixwe tevlî kongreya Jinêv2 bibe, lê eger welatên rojava li hev bikin ku tenê yek şand bi navê opozîsyonê hebe, wê demê encumena kurdî wê di nava hevpeymaniya niştimanî ya opozîsyonê de beşdar bibe.

Lê Îbrahîm Biro got, mercên encumena kurdî hene ji bo ku di nava hevpeymaniya opozîsyonê de tevlî kongreyê bibe, ew jî divê xalên di rêkeftina navbera her du aliyan de yên taybet bi mafên gelê kurd di peyama hevpeyamniyê ya ji bo kongreyê hebe.

Rudaw
Top