• Thursday, 12 February 2026
logo

Turkiye li ser sînorê beramber Qamîşlo dîwareke ewlehîyê ava dike

Gulan Media October 8, 2013 Nûçe
Turkiye li ser sînorê beramber Qamîşlo dîwareke ewlehîyê ava dike
Turkiyeyê biryar daye ku bo rêgirîkirin ji çûna neqanûnîya bo nava xaka xwe, dîwareke ewlehîyê bi bilindîya 2 metran li ser sînorê Surîyê dirust bike, ku dikeve ser sînorê alîyê Rojavayê Kurdistanê.

Li gor zanyarîyan, avakirina xîmê ewê dîwara ewlehîyê li nawçeya Nisêbîn dest pêbûye ku dikeve 10 kîlomteran dûrî bajarê Qamîşlo ya Rojava Kurdistanê. Yek ji berpirsên hikûmeta Turkiyeyl ragihandiye, ku hîç kêşeyeke ewlehîyê li Nisêbînê nîne, lê li sînorê ewê nawçeyê bi hêsanî xelkek derbas dibin û wisa dihê ber çavan ku li wir sînorek nebe.

Li gor jêderên ragihandinîyên Turkiyeyê, ew dîwar li ser beşeke biçûkê sînorê navbera Surîye û Turkiyeyê dihê avakirin, nek li ser hemû sînorê hevbveşê navbera her du welatan. Turkiyeyê û Surîyê zêdetirî 900 kîlomter sînorê hevbeş bi hev re hene.

Li gor çavdêran ew biryara hikûmeta Turkiyeyê piştî kontrolkirina Rojavayê Kurdistanê ji alîyê hêzên çekdarên ser bi partîya yekîtîya demokratîk ve ku partîyeke nêzîkî PKKê ye, û ji trisa bihêzbûna ewê partîyê û bandore wê bi ser Bakûrê Kurdistanê û xaka Turkiyeyê, biryarek wisa daye. Hêzên çekdarên ser bi PYDê ve çend heyv berî niha karîn bajarê Serêkanîyê kontrol bikin û piranîya deverên dinên Rojavayê Kurdistanê ji Dêrik û Qamîşlo ve heta Efrîn û Cindrêsê ve di jêr kontrola hêzên wê de ne û pêştir jî evê partîyê ragihandiye, ku bo birêvebirina karûbarên xelkê, ew dê birêveberîyeke demkîya nawçeyî li Rojavayê Kurdistanê damezrînin ku ew yek Turkiye nîgeran kiriye.
Top