Bîlançoya 7ê Cotmehê ya Iraqê: 116 kuştî
Duh (07.10.213) li gelek deverên Iraqê bi taybet li paytext Bexdayê teqînên mezin qewimîn.
Li gorî agahiyên berpirsên ewlehî û tenduristiyê yên Iraqê, di teqînên Bexdayê de 15 kes hatin kuştin û 91 kes jî birîndar bûn. Her wiha çekdarên nenas boriyeke petrolê li bakûrê Bexdayê teqandin.
Li parêzgeha Mûsilê, di encama teqîna çend bomb û êrişên çekdarî de, 3 kes hatin kuştin. Her wiha hêzên ewlehiyê li Mûsilê di encama operasyonên li dijî êrişkeran de 35 kes bi tohmeta terorê girtin.
Li parêzgeha Enbarê hêzên ewlehiyê termên 3 kesan dîtine ku bi fîşekan hatibûn kuştin. Li başûrê bajarokê Fellûce yê Enbarê jî imbarek çek û teqemenî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat dîtin û dest bi ser de hat girtin.
Li bajarê Hille yê Iraqê jî di navbera çekdarên rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê şer û pevçûn derket. Di bûyerê de efserek hat kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li bakûrê parêzgeha Enbarê jî, hêzên ewlehiyê karîn li devera Ceref Sexrî 5 girtiyên girtîgeha Ebû Xurêb ku çend roj berê reviyabûn, dîsa bigirin.
Li parêzgeha Zîqarê jî, 2 rojnamevanên televîzyona Bexdadiye ya Iraqê girtin.
Rudaw
