• Thursday, 12 February 2026
logo

Eşwaq Caf: Kurd pêdana taybetemdnîyê bi hilbijartinên Kerkûkê bi tundî red dike

Gulan Media October 8, 2013 Nûçe
Eşwaq Caf: Kurd pêdana taybetemdnîyê bi hilbijartinên Kerkûkê bi tundî red dike
Endama parlemana Iraqê ya ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî Eşwaq Caf radigihîne, ku nûnerên Kurd di parlemana Iraqê îro pêdana taybetmendîya parêzgeha Kerkûkê de red kirine.

Eşwaq Caf di bêjedanekê de ji PNA re ragihand:´´hemû nûnerên Kurd di parlemana Iraqê de pêdana taybetmendîyê bi Kerkûkê di proje qanûna hilbijardinên Iraqê de red kirine.´´

Caf herwiha got:´´ em dixwazîn ku weke parêzgehên dinên Iraqê, li parêzgeha Kerkûkê jî hilbijartin bihê encamdan, lê her yek ji ereb û turkman daxwaza şêwazeke taybetî dikin bo evê mijarê ku ewe jî em bi hemû şêweyekê red dikin.´´

Eşwaq Caf tekez jî kir:´´ em Kurd di parlemana Iraqê de yekdengîn li ser evê miajrê û em bi tundî jî dakokîyê li nerînên xwe dikin.´´
Top