Li 6 parêzgehên Êraq xwepêşandanên Sune destpê dike
Bi daxuyaniyekê ji Xendanê re Hemdon got: Ev xwepêşandan wê weku protesto û bertekek bê li hemberî ew tiştên li Ezemiyê li hemberî sembolên olî li pêş çavên hêzên ewlekariyê çêbûn encam bidin.
Berdevkê komîteyên gelêrî da zanîn ku ji van bertekan wê navê kolanan û gotarên înê bi navê sembolên olî bin û roja pêncşema bê jî li 6 parêzgehan xwepêşandan encam bidin.
Hemdon diyar kir ku wê li her şeş parêzgehan beyanname bêne pêşkêş kirin û wê têde daxwaza yasayekê bikin ku dijayetîkirina her sembolekê ji sembolê olî bi tawan bête hejmar kirinê.
Xendna
