Îran li devera Çomanê bi qasî 3 kîlometran hatiye nava xaka Herêma Kurdistanê
Rûniştvanên gundê Wêze a li Çomanê ragihandin ku, Îranê sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Îro duşembe xelkê gundê Wêze ya li devera Çomanê ragihandin ku, artêşa Îranê bi rêya çê kirina cadeyeke serbazî sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û kevtiye nava axa Kurdistanê.
Di evê derbarê de her Moxtarê gundê Wêze yê bi navê Ebdula Hemed ji PNA re ragihand, ku maweya hefteyekê ye ku hêzên artêşa Îranê bi çendîn amûrên boldozer û amûrên çêkirina cadeyan li nawçeya Mêrgesîr a gundê Wêze ya qezaya Çomanê mijûlî çêkirin arêyeke serbazî ne bo ewan kelheyên serbazî ku sala par li ser sînor çê kiribûn û ew cihên niha jî ji alîyê Îranê ve dibine rêya serbazî.´´
Di bareya evê mijarê de qayimmeqamê qezaya Çomanê Ebdulwahid Guwanî ew zanyarî piştrast kir û ragihand: ´´raste. Îran niha li nawçeya Mêrgesîr a gundê Wêze mijûlî lêdana rêyeke serbazî ye û me jî ev pirs gihandîye pasevanên sînor da ku bi şêweyeke qanûnî û bi rêya GPS pişkinîna nawçeyê bikin û ewê aşkira bikin ka gelo Îran xaka Herêma Kurdistanê derbas kiriye anko na.´´
